Demoqrat

                                                            

Çi kesê ku ruhê netewî pê re tunebe, wê rojekê îxanetê bi milletê xwe re bike.... M. Mistefa Barzanî
 

Şanda PDK-Bakur serdana gora nemiran kir

 Heyetek ji Partiya Demokrata Kurdistana Bakur serî li mezarê nemiran ya li devera Barzanê da û ji aliyê Nûnerê Serok Barzanî Şêx Ebdulah Barzanî ve hat pêşwazîkirin.

Piştî merasima pêşwazî û danîna destegulê li ser mezara nemiran, heyeta PDK- Bakur gotarek pêşkêş kir û bal kişand ser rol, ked, xebat û têkoşîna nemiran a bo rizgariya gelê Kurd û rola nemiran bi rolek girîng û dîrokî wesif kir.

Her îro Serokê Yekîtiya Partiyên Demokrat yên Cîhanê serî li mezara nemiran ya li devera Barzanê da û ji aliyê Nûnerê Serok Barzanî ve hat pêşwazîkirin.(KTV)

Pirtûka mamoste Silêman Çakir derket

>>>>>

PDK-Bakur, sersaxiya Dinler li Stockholmê pêkanî.

 Sersaxîya ji bo Mehmed Eli Dinler, di 4/3-2012 an de li Komeleya Gulanê, li paytexta Swêdê bi hawayekî  bi rêk û pêk ji alîyê Komîteya PDK-Bakur li Swêdê pêk hat.

Di merasima sersaxîyê de, Peyama serokê Kurdistanê birêz û pakê hêja  Mesud Barzanî ji alîyê nuwênerê PDK e Omar Soran ve hat xwendin.
>>>>>

Ez çûm bûme çîyayê kula

 

Bavê Xemgîn

 

 

Min got yarê ma ev çiye

Li rojhilat bûye tarî

Cîhan li me bûye zordarî

Ez kor û lal wek serxweşa

                    Ji bo welat mam bê hişe

                   Cîhan tarî ew bê şewq e

                   Ji bona gel ji yar reş e

                  Waye ez bûm çîyayê sipî

>>>>>

LI HEMBERÎ HOVÎTÎYA DEWLETA KOLONYALÎST BÊDENG NEMÎNIN!



Di 28ê kanûna 2011an de, bi balafirên artêşa dewleta kolonyalîst ya Tirk, li nêzîkî gundê Roboskê, li ser “sînor”ê herêma Kurdıstanê, komekê ciwan û xwendekarên kurd hatin bombebaran kirin.

   Li gor agahdariyên ku vê gavê hatine bi dest xistin; komek ciwan û xwendekarên kurd ku temenê man di nav 15 û 20 salî de ne, ji bo aborîya malbatên xwe hinek tiştên weke mazot, cixare û hwd dikirin, li dewaran bar dikin û ber bi malên xwe ve vedigerin. >>>>>

KOÇ-KAK ê govend xweş kir

Li Elmanya bajare Köln ê, rêxistinên Elman û biyani di 10.10.2011 heya 23.10.2011 an de çalakiyên çandi  û kulturî  li dar dixin. Wek gelek rêxistin û komelên Kurdan, KOÇ-KAK (Komela Çanda Karkerên Kurdistan) jî beşdari wan  çalakîyên bû. >>>>>

LI ALMANYA ÎRAN HAT PIROTESTOKIRIN !

Partî û Komelên Kurdistanî di 06.08.2011'de li Almanya bajarê Köln topbarana li ser başûrê Kurdistan go ji alî Îranê ve tê kirin, pirotesto kirin.

Ji her çar parçeyên Kurdîstanê partî û komeleyên Kurdîstanî beşdarî li xwepêşandanê kirin.

PJAK beşdarî li xwepêşandanê nekir.Ligel go berî xwepêşandanê bi rojekê li bajarê Koln civînek >>>>>

KOÇ-KAK beşdarî festîwalê bû

Li Elmanya bajare Köln -Porz ê, ji aliye şaredariyê ve festiwalek hat lidarxistin.
KOC-KAK (Komela Çanda Karkerên Kurdistan) jî beşdari festîwalê bû. Li festîwalê gelek
Komelên Elman û biyanî hebûn.
>>>>>

Her bijîn xort û keçên demoqrat!


Serhad Temir

Xortên Demoqrat bi rengên netewî pêşwaziya Newrozê kirin

Xortên Demoqrat yên Amedê di pîrozbahiya Newrozê de wek salên berê bi rengên xwe yên netewî Newroza xwe pîroz kirin.

   Di Newroza Amedê ku nêzî milyonek Kurd beşdar bûn, ti rengên netewî xuya nedibûn. Lê xortên demoqrat yên Amedê wek par û pêrar bi dehan alên Kurdistanê û posterekî mezin ê serok û rêberê şoreşa Kurd Mele Mustafa Barzanî li qada Newrozê bilind kirin û bi hilgirtina poster û alên Kurdistanê li seranserê qadé gerandin.>>>>>

PDK-Bakur, di 20.02.2011 an de Kongreya herêma Almanya pêk anî.

Kongre, bi deqîqeyek  ji bo rêzgirtina şehîdên Kurdistanê vebû.
 Di kongrê de gelek endamên ku ji gelek heremên Almanyayê hatibûn,  beşdar bûn.
KONGIRE, li ser mijara rewşa siyasî ya Kurdistanê û a Rojhilata Navîn, herweha ya konjektura dunyayê û bi taybetî li ser rewşa siyasî û civakî ya li Bakurê Kurdistanê,  rewşa PDK-Bakur a rêxistinî li nav welêt û li dervayî welêt û bi taybetî li ser rewşa rêxistinî  ya Almanya, rawestiya. >>>>>

PDK-Bakur kongreya xwe li dar xist

Ji bo raya giştî

Partiya me partiya Demokrat a Kurdistan a Bakur, dawiya meha 12-ê 2010-ê kongreya xwe ya 10-ê, bi awayek serkeftî pêkanî. Eve demek dirêj bo ku ji bona sedemên navxweyî partiya me di dema pêwist de nekarî kongreya xwe pêkbîne. Komîta amadekirina kongreyê di nav hewldanekî dijwar de bû. Di encam de dawiya meha 12-ê 2010-ê li Kurdistana Bakur kongreya partiyê civiya .>>>>>

 

DR.SADIK SEREFKENDÎ LI KOLNÊ HAT BIBÎRANÎN

 


 Hizbî Demoqratî Kurdistan, bi minasebeta şahadeta Dr. Sadik Serefkendi û 3 kadirên PDK-Iran , ku  di 17 Îlona 1992 an de ji aliya îstîxbarata Îran ve li Berlîne hatibûn şehidkirin,
di 18 Îlona 2010 de li Almanya Bajare Koln-Pozrê bi seminarekê  hatin bibîranin.
 

   Di biîranînê de,Biraziya Sehit Dr. Sadik Serefkendi xanim Gulalan bi tevayî li ser jiyana Dr. Sadik Serefkendî  û bi gelemperiî li ser rewşa partiyê,
rewşa siyasî a Kurdistan û Îran rawestiya.
Nuûnerên PDK û nûneren komiîta PDK-Bakur Almanya jî besşdari li biîranînê kirin.

 

 

JI RAYA GIŞTÎ RE

Di 17 Îlon 2010 an de, lI ser bûyera  Peyaniş bi navê Kutbettin Özer û li ser navê PDK-Bakur yurtdisi Örgütü dawiyaniya ku ji raya gisti re hatiye belavkirin bi tu awayî PDK-bakur û rêxistina  derveyî welat girênade.
Em buûyera peyaniş û naveroka daxwiyaniyê niqaş nakin. Lê tu selahiyeta Kutbettin Özer tuneye ku daxwiyaniyek weha li ser navê PDK-Bakur û rêxistina derveyî welat bide raya giştî.
Em vêna ji alîyê xwe ve wek bê talihîyek û bê şensîyeki dibînin.
Ew daxwiyanî tenê şexsiyeta Kutbettin Özer girê dide.
Ji îro pêve Kutbettin Özer çi daxwiyanî li ser navê PDK-Bakur û rêxistina derveyî welat bide raya  giştî  bi tu awayî partîyê girênade.

Li gel rêz û silavan.

PDK-Bakur Rêxistina Derveyî Welat.

 

 

PÎROZBAHIYA CEJNA REMEZANÊ

 

Hevwelatiyên hêja!
Cejna we ya Remezanê pîroz be!
Rêzdaran,
Gelê me û cîhana îslamî gihîştiye kêfxweşiya pîrozkirina Cejna Remezanê. Li welatê me cejnên olî, nemaze Cejna Remazanê ji aliyê gelê me ve, bi qedirbilindî û bi şanazî dihê pêşwazîkirin.

PDK-Bakur Cejna hemû hevwelatiyên me û ya cîhana îslamî bi dilgermî pîroz dike. Em hêvîdar in ku ev Cejna pîroz li Kurdistanê û li tevahiya cîhanê di aştî û aramiyê de derbas bibe û hastên birayetiya di navbera gelan de geş bike.

Herweha hêviya me ji Xwedayê Mezin ku ev Cejna pîroz ji Neteweyê Kurd re û ji mirovayetiyê re aştî, aramî, birayetî û dadmendiyê bîne.

Em Cejna hemû heval, hogir, ya hevwelatiyên xwe û ya hemû bawermendên cîhanê bi dilgermî pîroz dikin û ji we re serkeftin û serfîrazî dixwazin!

Hûn her dilşad û serfîraz bin!

08-09-2010

PDK-Bakur

 

 

PDK-Bakur rêxistina

 

 Almanya Newroz pîroz kir

 

Rêxistina Almanya ya PDK-Bakur, di 21.03.2010an de li bajarê Kolnê Newroz pîroz kir. Newroz bi stranên "Koma Sor" coştir bû û mêvanan bi dilek xweş Newroza xwe pîroz kirin.

 

Di şeva Newrozê de nûnerên partîyên siyasî yên wek PDK-I, PDK-Î û PSK peyamên xwe xwendin û Newroza mêvanan pîroz kirin >>>>>

 

 

.

 

Pîrozbahî

Rêzdar Nêçîrvan Barzanî serokwezîrê hikûmeta Kurdistanê

Rêzdar,
Em wek Komela Çanda Karkerên Kurdistan li Almanya (KOÇKAK), bi minasebeta wergirtina postê serokwezîriya kabîneya heftem ya hikûmeta Kurdistanê, bi dilgermî cenabê we û  hemû wezîrên kabîneya nû ya heftem,ji dil û can pîroz dikin .
Em ji cenabê we re û ji hikûmeta Kurdistanê ya nû re serkeftin û serfîrazî dixwazin.
(KOÇKAK) piştevanê hikûmeta Kurdistanê ye.
Digel rêz û silav.
15.04.2012
Komela Çanda Karkerên Kurdistan li Almanya
KOÇ KAK

-------------------------------------------

Hevkarîya  Hezên Kurdistanî li Elmanya li bajarê Kölnê Newroz pîroz kir.

Newroz bi rawestandina ji bo şehîdên Kurdistanê li gel sirûda netewi dest pê kir. Di şeva Newrozê de Hevkariya Hêzên Kurdistanî peyamek hevbeş  xwendin û Newroza gelê  Kurdistan û beşdaran pîroz kirin.
     Li ser rewşa her çar parçeyên Kurdistanê agahdari  hat dayîn. Bi taybet li ser rewşa rojavayê Kurdistanê û di heman demê de giringiya kongreya ciwanan ku di,
roja 15.03.2012ê duyemîn konferansa neteweyî ya ciwanên her çar parçên Kurdistanê  (bo hevgirtina neteweyî ya ciwanên Kurd) ku li Hewlêrê, paytexta Herêma Kurdistanê hat girêdan û 3 rojan berdewam bû, hat rawestandin. >>>>>

                   --------------------------------------

Bi minasebeta koçkirina  Medeniyê Eliyê Unis  , PDK-Bakur Herêma Almanya nameyek sersaxiye pêşkêşî malbata wî dike, ev jî texta wê ye:


Bi navê xwedayê mezin û dilovan

Malbata birêz ya xwedê jê razî kek Medeniyê Eliyê Unis,  silavên xwedê li we bin.

Mixabin nûçeya koçbarbûna endame partiya me û têkoşerê leheng xwedê jê razî kek Medeniyê Eliyê Unis gihîşte me û em gelek xembar kirin. Bi vê minasebeta han em xemgînî û serxweşiya xwe pêşkêşî we û tevahiya hevalan dikin û em hevparê xema we ne.

Xwedê jê razî, têkoşerekî jêhatî û nîştimanperwerekî dilsoz yê rêbaza Kurdayetî û xwedan hestên bilind yên netewî bû, lewre ji destdana xwedê jê razî wendakirinek gelek mezin e ji bo gelê Kurd, înşaelah cîhê ruhê wî bihuşt e.

PDK-Bakur Komita Herema Almanya

Siyasetmedarê kurd M. Elî Dinler çû ser dilovaniya xwe

Siyasetmedarê Kurd û Sekreterê Giştî yê Partî Demokratî Kurdistanê(PDK-BAKUR) yê berê parêzer M.Elî Dinler, ji nav me koç kir û çû ser dilovaniya xwe.Parêzer M.Elî Dinler ku ev demek bû li Nexweşxaneya Amedê tedawî lê dihate kirin, di 27-ê Sibata 2012-an de berdestê sibê jiyana xwe ji dest da û ji nav me koç kir. >>>>>

Hovîtîyek din li dîroka gemar ya

 Tirk zêdetir bû !!!

 Vê carê jî leşkerên Tirk, bi rêya bombebaranên firokeyan ve kîn û xwînxwarîtîyên xwe di 28-12-2011 an de, bi ser gelê Kurd ve barandin, 35 ciwanên Kurd kuştin û çendan jî birîndar kirin. Jixwe vê dewleta hov a mêtinkar di her fersendê de ji kuştin û qirkirin û wêrankirina Kurdistanîyan têr nebûye.

Vê rastîya hanê him di dîroka nêzîk de û him di demajoya sedên salan ve her weha bûye.Dixuye ku rewşa cîhanê piştgirî û hevkarîya hêzên navneteweyî yekcar vê dewleta hov di kiryar û êrîşkarîyên xwe de bê paxav kiriye. >>>>>

Ji bo raya giştî

 Meclîsa PDK.Bakur  cîvîna xwe ya Cotmeh a  2011 pêk anî.  Dî cîvînê de rewşa partîyên  rojava, sîyaseta Kurdîstanê hate guftugokirin û li ser rewşa endamên partîya me Saît Xoce û Baran Hemze hate rawestan, rexne û gilîyên li hember wan hate rojevê.

Di encama wan nîqaşan de, em gîhane wê qeneetê ku endamên partîya me Saît Xoce û Baran Hemze li gorî destûra partîyê sûcên îxracbûyînê kirine. Bî yekdengî biryat hat girtin da ku Saît Xoce û Baran Hemze jî partîyê bêtin îxrackirin.

Sedemên îxrackirina wan di arşîva partîyê de pêdane. Ji îro pêşda çi daxuyanîyên ku ev herdu kes ji raya giştî ra bidin, êdî partîya me girenade.

MECLÎSA PARTÎYA
PDK/BAKUR

  

Interkulturelle Woche

Li Elmanya bajare Köln ê, wê rêxistinên Elman û biyani di 10.10.2011 heya 23.10.2011 çalakiyen çandi  û kulturî di bin çarçeva Interkulturelle Woche li dar bixin. Weke gelek rexistin û komelên Kurdan, KOÇ-KAK (Komela Çanda Karkerên Kurdistan) jî beşdari wan  çalakîyên dibe.  

Roja yekşemê  di 16.10.2001 li Köln Porz ê (Bürgerzentrum-Finkenberg Stressemann Strasse 6a )saet 14:00 heya 18:00 KOÇ-KAK jî hem bi xwarin, bi govend û hem ji bi pêşengah wê Kurdan bi Elmanan bidin naskirin.

 KOÇ-KAK

SERÊ MALBATA BARZANÎ Û HEMI

GELÊ KURD SAX BE !

Hevjîna serkirdeyê Kurdistanê Mele Mistefa Barzanî xatûn Hemaîl Xan di 85 saliya xwe de wefat kir. Xatûn Hemîl Xan di sala 1944an de diçe Kurdistana Rojhilat û di damezrandina Komara Mihabadê de hevaltiya Mistefa Barzanî kir û li wir jî di 16ê Tebaxa 1946an de serokê Kurdistanê Mesûd Barzanî ji dayîk bû.

Tevî rewşa dijwar ya pêşmergeyatî û derbederiyê, xatûn Hemaîl Xan ji roja ku bû hevjîna Mistefa Barzanî, di xizmeta Barzanî û zarokên wî de bûye û ew mezin kirine.
Em veke komita herêma Elmanya a'PDK-Bakur sersaxiyên xwe pêşkeşî Mesûd Barzanî serokê Kurdistanê û hermi malbata Barzanî û gelê Kurd dikin û hêvîdarin ku cîyê xwedêjêraziyê jî buheşt be.

Komita PDK-bakur

Herema Elmanya

 

JI BO RAYA GIŞTÎ

Mixabin di 25-26.05.2011 an de, bi nave Kutbettin Ozer li ser navê PDK-Bakur RDW (yurtdisi orgutlenmesi) ji raya giştî re daxuyaniyek hatiye belavkirin ku „PDK-Bakur RDW di hilbijartina Tirkiyê ya 12 Hezîranê de piştgiriya namzetên serbixwe dike”. Rêzdaran, Bêyî ku em têkevin niqaşa mijara hilbijartinê û dengê bijerên Kurd îpotek bikin, em wê nivîsa ku li ser navê me hatiye belavkirin şermezar dikin û dibêjin ew nivîs û dîtin bi tu awayî PDK-BAKUR RDW girê nade û ew şexsê Kutbettin Ozer girê dide.

Weke ku berê jî me raya giştî agahdar kiribû, çi nivîs, çi daxuyanî û çi jî agahdariyên ku bi navê Kutbettin Ozer li ser navê PDK-Bakur RDW (yurt disi orgutlenmesi) ji raya giştî re yan ji şexsiyetan re bê şandin, bi tu awayi PDK-Bakur RDW girê nade û me eleqe nake. Ew tenê şexsiyeta Kutbettin Ozer girê dide.

Têbinî: Nivîsên ku bi vê emaîlê (rdwbakur@hotmail.com) bên şandin, rêxistina me ya derveyî welêt girê dide.

silav û rêz

Komiteya PDK-Bakur a RDW

                               ----------------------------------------------------

Jİ BO RAYA GIŞTÎ

   PDK-Bakur di Nîsana 2011an de civîna xwe ya meclîsa partîyê pêk anî.

        Di civînê de rewşa partîyê, rojeva sîyaseta Kurdistanê hate guftugo kirin û li ser rewşa endamê partiya me Bayram Ayaz (Aziz) jî hinek gilî hatin rojevê. Dî encama van nîqaşan de, hat zanîn ku endamê partîya me Bayram lî gori destûra partîyê sûcên îxraçkirinê kirîye. Bi yek dengî bîryar hat dayîn ku Bayram Ayaz ji partiyê bê îxraç kirin.

 

Sedema îxraç kirina wî di arşîva partîyê de heye.

 

Ji îro pêşde çi daxuyanîyên ku ew ji raya giştî re bidê partîya me girê nade.

 

 MECLÎSA PDK-BAKUR

 

Rêxistina Elmanya ya PDK-Bakur, di

 19.03.2011an de li bajarê Kolnê Newroz pîroz kir.

 

Newroz bi rawestandina ji bo şehîdên Kurdistanê li gel srûda netewi dest pê kir. Di şeva Newrozê de parlemenê Kurdistanê ê- PDK kek Fazil beşdari li Newrozê kir û
li ser rewşa Kurdistana Başûr agehdari da û teyid kir ku gelê Kurdistan rê nade liztikên dijmin. Parlemenê Kurdistanê kek Fazil ji Kurdistan nû hatibû û  ji bo vê yekê agehdarî ya wî gelek bala mêvanan kişand, kêfxweş bûn û Newroz bi coştir bû. Berpirse PDK û HDK-I peyamên xwe xwendin û Newroza PDK-Bakur
û mêvanan pîroz kirin. Berpirsê Komela KOÇ-KAK ji Newroza beşdaran pîroz kir.
Herveha berpirsê PDK-Bakur rêxistina Elmanyz ji Newroza beşdaran pîroz kir, peyama xwe xwend û giringiya meha Adarê û Newrozê di dîroka gelê Kurd û Kurdistanê de anî zimên. Bi beşdarbûna Kurdên her çar parçeyên Kurdistanê Newroz bû nîşana yekîti û hevkarîyê û moralek mezin da beşdarvanan.

 

 

Daxuyaniya Partî û hêzên sîyasî yên Kurdistanî li  Elmaniya ( hevkarî)

 

Rûdanên vê dawiyê li Herêma Kurdistanê bune cihê xemgînî û dilgiraniyê li cem hemî Dilsoz û niştîmanperwerên Kurd, jiberku li cem me hemiyan rûhin û aşkiraye ku azadî û serbora başurê Kurdistanê rûniya hîvî û ûmêdê xistiye nava mal û dil î deronê her Kurdekî buye tîrek hember çavê dagîrker û nahezên vî gelî. >>>>>

 

 Guhertien makzagonê û referandûm

 Rodî Îlgen: Îsal li Turkiyê 12 Eylulê roja referandûmê ye. Hemwelatiyên Turkiyê wê di vê rojê de ji bo guhertinên di makzagona Turkiyê de dengê xwe bidin.

 

   Pêşniyarên ku hatine kirin di derheqa 26 maddeyan de ye.Ev pêşniyar rast e rast qala mafê netewê Kurd nakin.Lê bi naveroka xwe ve di qada kesayetî,civakî û demokratî de ji bo hemi hemwelatiyên Turkiye.>>>>>

Daxuyaniya Hevbeş ya “Konferansa Kurdên Diyasporayê”

Li ser banga KOMKAR.eu, bi navê “Kurden Diyasporayê”, di 28-29.08.2010´an de li Elmanya, bajarê Kolnê ji 60’î zêdetir siyasetmedar, rewşenbîr, nivîskar, hunermend û akademisyenên Kurd hatin ba hev û li ser “Referandûm, rêlibervekirina Kurd û agirbesê” gengeşiyek dûr û dirêj kirin û piştî konferansê daxuyaniyeke hevbeş belavkirin.

Daxuyaniya hevbeş ya “Konferansa Kurdên Diyasporayê” weha ye; >>>>>

 

JI BO RAYA GIŞTÎ

 



PDK-Bakur,  Reorganize û Kongreya RDW bi hawakî biserkeftî pêkanî.

Kongre, bi beşdariya berpirsê Reorganizekirina RDW ku ji aliyê Meclisa  Partiyê ve hatiye desthilatdarkirin, nûnertiya herêma Almanya, herêma Norwec, herêma Hollanda, herêma Danimarka û bi piştgiriya herema Swêd (bi niviskî), pêkhat.>>>>>

8ê Adarê li jinên Kurd pîroz be!

Piştî ku di 8 ê Adara 1857an de 129 karkir di febrîqeya bajarê New York ê de hatin şewitandin ku piranîya wan jin bûn, di 26-27 ê Tebaxa 1910 de,  li bajarê Kopenhagena Danîmarkayê duyemîn civîna jinên Enternasyonalê li dar ket.

   Pêşniyaza 8ê Adarê wek roja jinên cîhanê ji alî Seroka Partîya Sosyal Demokrat a Alman Clara Zetkîn ve hat kirin. Ev pêşniyaz bi dengê hemi jinên beşdar ve hat qebûlkirin. >>>>>

 

 

 

Ceneral Odierno Dibêje Kurd dê

 

 Rolekê Giring Bilîzê li Îraqê

Komandarê hêzên Amerîkî li Îraqê dibêje Kurd dê rolekê giring bilîze li hikûmeta nû ya Îraqê  >>>>>

 

Legerîna Kurdên Demoqrat (LKD)

Diyarbekir


Kurd di herêmê de, ji kevn de li ser axa xwe dijîn, fersenda bikaranîna mafên xwe yên  >>>>>

 

 

ROJA CÎHANÎYA ZIMANÊ ZIGMAKÎ Û ZIMNAÊ KURDÎ

PNA - Evroj li hemû cîhanê , roja zimanê dayk anko zimanê zigmakî ye. Rêxistina Unesco ji sala 1995 an pê ve roja 21`ê tebaxê wek roja cîhanîya zimanê zigmakî anko zimanê dayk destnîşan kirîye >>>>>

 

 

 

Sadam çû, Nûrî hat û Şaristanî pêre

Felemez Akad

Bi salan e ku giriftên gelekî girîng di nava desthilatdarîya Bexdê û desthilatdarîya başûrê Kurdistanê de berdewam in. Lê ev girift û serêşan, ji dema ku Nûrî malikî bûye serkwezîrê Iraqê gelektir bûnin.

    Ji sala 2007 an heta niha, desthilatdarîya navendî ji dêla ku van girift û serêşanan di paralamentoya Baxdayê de çareser bikê, aloztir bûnin û binpê kirinin.  Li gor van kirinan Malîkî tewanbar e û makzagona Iraqê jî xistîyê bin lingên xwe û lewitandîye. >>>>>

-----------------------------

Bi minasebeta koçkirina sekreterê me ê berê kek Mehmed Elî Dînler, PDK-Bakur Herêma Almanya nameyek sersaxiye pêşkêşî malbata wî dike, ev jî texta wê ye:

Bi navê xwedayê mezin û dilovan

Malbata birêz ya xwedê jê razî kek Mehmed Elî Dînler silavên xwedê li we bin.
   Mixabin nûçeya koçbarbûna sekreterê me ê berê û têkoşerê leheng xwedê jê razî kek Mehmed Elî Dînler gihîşte me û em gelek xembar kirin. Bi vê minasebeta han em xemgînî û serxweşiya xwe pêşkêşî we û tevahiya hevalan dikin û em hevparê xema we ne.
   Xwedê jê razî, têkoşerekî jêhatî û nîştimanperwerekî dilsoz yê rêbaza Kurdayetî û xwedan hestên bilind yên netewî bû, lewre ji destdana xwedê jê razî wendakirinek gelek mezin e ji bo gelê Kurd, înşaelah cîhê ruhê wî  bihuşt e.

PDK-Bakur Komita Herema Almanya
03.01.2012

Dewleta  talanker û xwînxwar

 ji rijandina xwîna Kurdan têr nabe

 Carek din ordîya Tirk a xwînrij 28.12 2011 li bajarê sirnexê gundên Bêcî û Roboskê bi ser Qilaban ve bi balefiran bombe û gulle rijandin ser ciwanên Kurd, di bûyerê de 35 ciwanên Kurd bi zaniztî û qesdî hatin qetilkirin,

Navê  wê qatliam e, navê wê komkujî ye. Ev  li dijî mafê mirovan, li dijî mafê welatîbûn û li dijî hemû pîvanên hiqûq û mirovahiyê ye. Ji ber vê çendê, ev komkujî bi hinceta qeza û şaşiyekê nayê qebûlkirin

>>>>>

 

 

Em êrîşên hovane yên mêtinkeran

 

şermezar dikin

 

Her du dewletên mêtinker Tirkîye û Îran di her fersendê de bi hovane êrîşî ser Kurdistana Başûr dikin.

Rewşa sîyasî û civakî ya herêmî û cîhanî her diçe rê li ber nîrên hov û dîktatoran digire û cî li wan teng dike. Gelên bindest, nema bindestîyê bipejirînin, zordarî û mêtinkarîyê qebûlnakin. Her weha neteweya Kurd jî bi rê û rêbazên cuda têkoşîna azadîya xwe dike. >>>>>

Heke ne fen e, ev çi dar û ben e?

Qardox Torî: Wê rojê serokê KCD Ehmed Tirk got ku “Emê meclîsa Kurdistanê ava bikin”.

Halla hallaaaa û ya siphan alla!

Ê başe cîgerim,  ma gelo ji we re nabêjin madem go hûn meclîsa Kurdistanê dihebînin, ji bo çi hûn çûn we mazbata parlementerîyê wergirt û hûn meaşê parlementerîyê distênin? Heger ji dil avakirina parlementoya Kurdistanê di ruhê ve de hebû, çima we di propaganda xwe de negot “Gelî milletê Kurd, qurban û heyran, heke em namzetên serbixwe serbikevin, soz be em naçin Enqereya paytext, >>>>>

Xêrnexwaz çi ji KUK ê dixwazin?

 Nûrî Çelîk

Albay Arif Dogan û li gora gotina wî “serokê JÎTEM”ê, di pirtûka xwe de behsa kekê me Dara Bîlek kiriye û ji bo ku wî di awira gelemperî ya Kurd de reş bike, ew wek sîxurê JÎTEM ê daye nîşandan.  Bi vî awayî Arif Dogan û hêzên tarî yên li pişt wî, xwestine êrîşî KUKê û KUK çî yên ku xwedîyê dîrok û derbasbûnek pakij in bikin.

 

Balkêş e, berî ku pirtûka Arif Dogan derkeve bi demek dirêj, (2005) di nav PDK-Bakur de hinek xêrnexwazan pirsgirêka rehmetî Remezanê Haşim û KUK ê anîn rojevê û PDK-Bakur ji hev tarûmar kirin, dijminatî û nakokî xistin navbera endamên PDK-Bakur û kevne KUK çî yan û xizmeta kesên wek Arif Dogan kirin. >>>>>

 

Partî û Komlên Kudistani li Elmanya -Koln
Komkujiya Helebçê bi bir anin

 

Partî û komeleyên Kurdistanî li Almanya bajarê Koln ê, di roja 16ê Adarê de komkujîya Helebçeyî bi bîr anîn û kiryara Seddam Hisên û partîya wî ya faşîst şermezar kirin.

Partîyên ku çalakî li dar xistin ev in:


PDK
, YNK, PDK-Bakur, HDK-Iran, PAK, PDK-Iran, P.Y.D.K-S
Komele
, Sentere Kurdî li Koln, Komela KOÇKAK li Koln

PÎROZBAYÎ


 
Bi bona Kongra RDW a PDK-Bakur


Em wek komita herema Almanya 'a PDK-Bakur,di destpêkê da pîrozbayîê li Kongra RDW dikin. Herweha,em pîrozbayîyê li hamu endaman,kadir,xabatkar û aligire pevajoya
kongre dikin. >>>>>

 

 

 

Sedema hebûna pirsgirêkan makzagon e

 

 
Van rojan li Tirkiyê bûyerên ecêb diqewimin û rewşa Tirkiyê her ku diçe aloztir dibe. Bi taybet xwestek û hewldana girtina AKP û xistina hikûmeta Erdogan, wek xeterek mezin di rojeva Tirkiyê de cîh girtiye. >>>>>

 

Sirûda netewî

 

 

 

Ey Reqîb ji aliyê helbestvan Dildar ve di sala 1946an de hat nivîsandin.
Ev helbest di sala 1946an dema Komara Mahabadê tê saz kirin, dibe sirûda vê dewletê û heta iro jî wek marşa Kurdan ya netewî tê naskirîn û hezkirin.
 >>>>>

 

Daxuyanîya PDK-Bakur komîta

Almanya

 

Komîta Almanya ya PDK.Bakur, di 06.12.2009an de civîna xwe li dar xist û rewşa partîyê û pêvajoya îro nirxand.

    Komîta Almanya, bi beşdarîya 8 endamên komîtê pêk hat û di civînê de li ser rewşa partîyê, pêvajoya îro û hinek mijarên din hat rawestandin.

    >>>>>

 

Xwarina tirî yan kuştina nahtor?

 

Rênas- 22/10/09-  Bi navê grûba aştîyê du komikên PKKê çûne Tirkîyê. Yek jî ji Awrûpa di hazirîya çûnê de ye.
  Çi diqewimin? 
>>>>>

 

Kongreya Herêma Almanya a PDK-Bakur bi serkeftin bidawî bû.

PDK-Bakur ji bo reorganîzekirina  rêxistinî li derveyî welêt, di

27.09.2009an de Kongre

ya Herêma Almanya pêk anî.

   Kongre, bi deqîqeyek rêzgirtina ji bo şehîdên Kurdistanê vebû. >>>>>

 

 

 

 

 

Korek li ser Legerên

 

 Kurdistan

 


  01.03.10 Komela Insetitifa Kurd li Denmark, bi piştgirîya hinek komelê Kurd, li Denmark korek (seminer)pêk anî.
 Bi beşdar buna Mêjû nas Hemid Gewherî kore bi rêva çû.Kore "Pêşewan Qazi Mûhemed rola Barzani u Barzaniya
 di Komara Kurdistanda". >>>>>

 

Mesrûr Barzanî:Em amadene ku xwe kurbana Kerkûkê bikin

Di çarçova propagandayên hilbijartinan de, liqa duyema PDK-ê bi amadebûna cemawerên xwendevan, genc û jinên nava bajêrê Hewlêrê, semînarek li dîwana şehîd Seed Ebdullah ji endamê polîtburoya PDK Mesrûr Barzanî re >>>>>

 

Taha Berwarî li ser rapirsîna hilbijartina Nêçîrvan Barzanî diaxife

 Di rapirsînekê de Nêçîrvan Barzanî serokwezîrê berê yê hikûmeta herêma Kurdistanê weke baştirîn kastiyê Îraqê ku piştevaniya sporê kiriye hat hilbijartin û xelat kirin. >>>>>

Apoîzm – HABERTURK - Rizgarî – Heqaret...

Wek tê zanîn ez bi kurdî û tirkî di gelek rojname û malpar û kovarên kurdan de nivîs dinivîsînim. Piştî her nivîsekê hem ji kurdan û hem jî ji tirkan hem pesn û piştgirî tên, hem jî gelek tehdît û haqaret ji min re tên kirin. Ez, daîma bersîva kesên ji min ra piştgirî dikin, didim >>>>>

 

 

GOTARA KOMÎTEYA HEVKARÎ YA HÊZÊN SIYASÎ

YÊN KURD Û KURDISTANÎ LI SWÊDÊ

 

Hevwelatiyên birêz!

Rêzdar Komîteya Hizba Demokrat a Kurdistan-Îran beşe Swêd!

Têkoşer, rêxistinên kulturî û demokratîk.

Mêvanên hêja! >>>>

XEYAL Û HÊVÎ

Selîm Girêsorî- 24/01/10- Du gotinên watedar ya têr û barkirî bi hestîyarî ve.   

   Ev herdu gotin jî herçende di jîyana civakî û di zimanê edebî û hozanî de cihekî berfireh û girîng werdigrın jî, belê di jîyan û zimanê sîyasîde berovajîya evê çendê, para bêtir di çarçoveyekî berteng û ji rastîyê dûr tête helsengandin.Yan tête şîrovekırın.

   Lewra jî gelekê caran bikaranîna evan gotinan jı bal hındek kesan ve dibe egerên sivikayî û dilgiranîyê.Bi taybetî jî derbarey gotina xeyal de ev bawerîyên weha sererû û lawaz di nava civakêde berbelavın. >>>>>